SINA,
Iran: Amid a severe campaign of crackdown on political activists in
Iran since last year’s disputed presidential elections, a number of
lawyers have left the country or have been arrested in recent months by
the country’s authorities because of taking up politically sensitive
cases.
An
Iranian politician says the purpose behind the government’s pressure on
the lawyers is “to suppress those voices so that nobody would dare to
defend political prisoners in the country.”
Few
lawyers take up the cases of political prisoners in Iran because they
will face pressures from security services in many cases leading the
attorneys to give up representing their defendants.
Many say that a large number of the suspects, mainly Kurdish ones, are actually hung for political reasons
By HAMID MUKHTARI
The
Islamic Republic of Iran is still among the top countries that has the
largest number of death penalties. The Kurds say that they constitute
the “lion’s share” of the executed people.
Sunday, October 10th,
was the World Day Against Death Penalty. Amnesty International has said
that there are still 137 counties having capital punishment but only 60
of them implement the sentence. According to the Amnesty’s report, Iran
comes second after China to implement the greatest number of death
penalties.
Rojekê paşayekî ciwan
bi navê Artor ji aliyê paşayê welatê cîranê xwe destbiser û tê zîndanîkirin.
Paşa dikarî Artor bikuje, lê kete jêr bandora ciwaniya Artor û nêrîn û baweriyên
wî. Lewra paşa ji bo azadiya wî mercek danî ku diviya bersiva pirsek pir giran
bide. Artor bi qasê salekê derfet hebû da bersiva pirsê peyda bike û
ger piştî
salekê nekarîba bersivê peyda bike, dê hatiba kuştin. Pirs eva bû: Bi rastî jin
çi dixwazin?
Ev pirse heta piraniya zana û mirovên têgihîştî jî ecêbmayî dikir û dixist nava
hizr û ramaman û wisa xuya bû bersiva vê pirsê ji bo Artorê ciwan n
edihat
peydakirin. Lê ji ber ku qeûlkirina vê mercê ji qebûlkirina mirinê baştir b
û,
Artor pêşniyara Paşayê ji bo peydakirina bersiva pirsê di heyamê salekê de qebûl
kir.
Artor vegeriya welatê xwe û dest bi nêrînxwastinê kir ji gişt xelkê. Ji
Şazadeyan bigire heta qeşeyan, ji mêrên têgihîştî heta henekçiyên koşka
paşayetiyê.... digel hemûyan qise kir, lê tu kesê nekarî bersivek bihêz û cihê
qebûlê bo vê pirsê peyda bike. Jimareyek zêde ji xelkê daxwaz jê kirin ku
ligel
sehrbaza pîr ku dihat texmînkirin tenê kesek be ku bersiva vê pirsê dizane,
ravêjê bike. Helbet heqdestê wê gellek zêde bû û navbirî ji wergirtina heqdestê
zêde bi nav û debg bû.
Ez diçûm dibistanê daku dersê
bixwînim
Tu diçûyî dibistanê, jiber ku tere gotibûn, diviya bibî pijîşk
Ew jî diçû dibistanê, lê nediznî çima
Min perê berîka xwe, ya heftane ji bavê xwe werdigirt
Te pêwîstî bi vê perê nebû, ji ber ku pere herdem li mala ve de berdest bû
Ew jî hemû rojê piştî xwendinê li kileka şeqaman de binişt difrot
Mamosta gotibû înşayekê binivîsin
Mijar ev bû: zanist baştir e yan pere
معلم پای تخته داد میزد صورتش از خشم گلگون بود و دستانش به زیر پوششی از گرد پنهان بود ولی آخر کلاسیها لواشک بین خود تقسیم می کردند وآن یکی در گوشهای دیگر «جوانان» را ورق می زد. برای اینکه بیخود هایو هو می کرد و با آن شور بیپایان تساویهای جبری را نشان میداد با خطی خوانا بروی تختهای کز ظلمتی تاریک غمگین بود تساوی را چنین بنوشت : یک با یک برابر است از میان جمع شاگردان یکیبرخاست همیشه یک نفر باید بپاخیزد...
Mirov ger bixwazin bi hev re pêwendî bigirin û dest bikin bi guherîna hizr,
nêrîn û hestên xwe, pêwîst e ji rêya bikaranîna hinek hêma, nîşane û peyaman ku
wateyên wan ji bo pêkhênerên pêwendiyan bê fehmkirin, vê yekê encam bidin. Wate
hebûna zimanek hevbeş, bo mînak Kurdek û Farsek demekê dikarin bi hev re
pêwendiyê bigirin ku her du xwedî şiyan bin derheq axivtin bi zimanek hevbeş di
navbera xwe de û ji hevdu fehm bikin.
Lê sedemek din jî ku dibe sebebê yek alîbûna
Piştî ku encama hilbijartina gera dehem a Serokkomariyê di Îranê de hat îlankirin û Mehmûd Ehmedînejad wek serkeftiyê hilbijartinê hat diyarîkirin û ragihandin, xelkê Îranê li dijî sextekariya eşkere a dewletê di gellek bajaran de dest dan meşên nerazîbûnê. Xelkek ku daxwaza wan tenêcîbicîkirina edaletê bû, bi awayên hovane ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve hatin kuştin, girtin û îşkencekirin.
Îro rojê medya û
ragihandin, bihêztirîn emraz in bona derxistin û xortkirina hizr û ramanan.
Herwiha bibandortirîn alav in bona nifûzkirina çand û hizr û ramanên cuda cuda
bo nav dilên civakan de. Lewma basên ragihandinê bûne mijara hejmarek zaf ji
basên civakî û di vê navberê de “Jin û Ragihandin” ji serekîtirîn mijarên
hizrmend, civaknas û nemaze karbidestên pirsên jinan bûne.
Di cîhana îro de pêşketinên teknelojiyayê, têkilî û pêwendiyên cîhanê pirr
hêsan kirine, bi terzekê ku ji sînorên navnetewî derbaz bûne û bandorên zor
xistine sersiyasetên giştî, bîr û boçûn û liv û tevgerên mirovan, nemaze zarok
û nûciwan ku weke pêşeroja welat tên hesêb.
Diyardeya
helatina mêjiyan yan revîna mirovên pispor û xwedî şiyan ji welatên cîhana
sêyem, fenomen (vetîr)ek nû ye. Belku welatên cîhana sêyem nîva sedsalekê ye ku
ji dest vê fenomenê de dinalin. Salane bi milyonan kes bona domandina xwendinê
û bi hêviya gihîştin bi jiyanek baştir koçberî welatên pêşkevtî dibin.
Bi raya xesarnasên civakî, helatina mêjiyan ji welatên cîhana sêyem weke
yekemîn kirîza civakî tê hesêb.
“Dirûşm Û Armanca Me Azadî Ji Bo Jinan,
Bextewerî Ji Bo Civakê Ye”
Hevpeyvîn: Hemîd Muxtarî
Piştî
bidestvegirtina desthilatê ji aliyê rejîma Komara Îslamî a Îranê ve, ne tenê
jinan nekarîn bigihîjin mafên xwe, belku ew destkevtên hiqûqî ku di encama
xebat di çarçoveya desthilata rejîma Paşayetî de bi dest xistibûn jî, ji wan
hate wergirtin. Lê dîsan jî jinên seranserê Îranê ji xebata xwe bêhêvî nebûn û
xebata xwe li dijî rejîma teze avabûyî domandin ku hêj didome. Jinên Kurdistanê
jî mil bi milê jinên Îranê di vê xebatê de beşdar in û niha li Îranê gellek
jinên Kurd hene ku seba bidestxistina azadî û wekheviyê ketine zîndanên rejîmê
û di bin îşkencê de ne.
Rojnamye Agirî bi hewce zanî ku derheq xebata jinên Kurd û rewşa wan li
Kurdistana Îranê û wergiritna hinek zaniyariyan di vê derheqê de hevpeyînekê
tevî Hêro Celdiyanî, Berpirsa Yekîtiya Jinên Demokrat Ên Kurdistana Îranê encam
bide.
Yek ji sedemên herî bingehîn ên pêşkevtina
civakekê di warên aborî, pîşesazî, civakî, çandî, siyasî û...de di gava yekem
de girêdayî bi asta xwendewariya wê civakê ye. Ger em mêzeyî welatên pêşkevtî
ên cîhanê bikin, ev rastiya bêtir ji me re derdikeve holê.
Li gor serhejmariya herî dawiyê, 1 ji 5 a
nifûsa cîhanê nexwendewar in. Helbet hêj tu pênaseyekê diyarîkirî ji xwendinê
re nehatiye kirin. Renge di welatekê de xwendin û nivîsandina mijarek kurt weke
pênaseya xwendewariyê bê hesibandin û di welatek din de kesekî/e xwendewar
bihesibînin ku karkirin bi komputerê re bizane. Ew yeka gêrdayî bi çand û asta
pêşkevtina teknolojî û zanistê di welatên cur bi cur de ye.
Li Hin Deverên Rojhilatê Kurdistanê Keç Tên Sinetkirin
Mijara
sinetkirina keçan, yek ji wan pirsan e ku weke binpêkirina mafê mirovan tê
hesibandin.
“Radio
Farda”yê di raporekê de derheq vê çendê ragihand: Civata Çandî- Civakî ya Jinên
Azermêhr a Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, serbarê piştevanîkirin ji daxwazên
giştî yên jinan bona guhartina ferq û cudahiyên li dijî wan di yasayên Komara
Îslamî a Îranê de, îşare bi taybetmendiyên pirsên jinên Kurdistana Îranê kir ku
yek ji wan taybetmendiyan, sinetkirina keçan di hinek deverên Kurdistana Îranê
de ye.
Jiyana
hevbeş di civakê de weke yek ji pirsên girîng û çarenivîssaz di jiyana mirovan
de tê hesibandin û di warên cur bi cur de ketiye/dikeve ber lêkolîn û
dahûrandinê. Yek ji van waran, temenê zewacê ye ku dikare encamên nifûsî,
civakî û pîskolojîkî tevî xwe hebe. Zewac di temenê jor de, hem encamên erênî
hene û hem nerênî.
Bo
mînak jiyana hevbeş di temenê jor de dibe sedem ku ciwan tûşî zext û givaşên
pîskolojîkî, xemgînî, tirs û... bibin û navbeynê dixe navbera emrê dayîk, bav û
zarokan.
Zanîna
sedemên têkçûna zewacan dikare alîkarê we be bona baştirbûna jiyana we a
hevbeş, pirsgirêkên aborî, hebûna lawaziyê di pêkanîna pêwendiyan de û rewşa
hawîrdorê, hinek ji sedemên bingehîn ên têkçûna zewacan tên hesibandin.
Gişt
pirsên han di zewacên salim de jî hene, lê ger bi terzeke baş û bi awayekî
eqlanî tevî pirsên han livîn nehê kirin, dibe sedema têkçûna zewacan.
Niha dema mirov ji
her zarok, ciwan û bi taybetî evîndaran dipirse: “Valentine” çî ye,
dizanin ku di sedsala sêyem a Zayînî di Roma kevn de, kesek bi navê Kilodiyûsê
Duyem li ser desthilatê bû ku baweriyên ecêb hebûn, yek ji wan eva bû ku
digot: Serbazek dikare bi başî şer bike ku xwedî jin nebe, nezewicî be. Lewra
Kilodiyûs li ser bingeha fêmkirina han, pêkanîna jiyana hevbeş ji bo serbazên
Împeratoriya Romayê, qedexe kiribû.
Gişt
sîstemên civakî ên paremayî û olî di cîhanê de xwediyê armanceke wekhev in, ew
jî parastina çand û deb û edetên paşverû û dûr ji sinc û pirensîpên mirovahiyê
ên derheq jinan weke sinetkirina keçan, kuştina jinan bi hêceta parastina
namûsê, zewicandina bi zorî a keçan, zewicandina keçan di temenê zarokatiyê de
ji aliyê dayîk û bav û xizm û kesên wan û ... hemû ji wan deb û edetên paremayî
ne ku mixabin civaka me ya Kurdan bi xwe ve digire.
Roja
10’ê Çiriya Pêşîn, salvegera xebat li dijî îdamê ye. Îro rojê di gellek welatan
de biryara daliqandinê hatiye rakirin û welat ber bi demokrasiyê diçin. Lê
mixabin îdamkirina mirovan bixasmanî zarokên bin 18 saliyê de heya niha jî di
hin welatan de dom dike
Li
gor serhejmariya sala 2006’an, tenê di 25 welatan de cezayê îdamê birêve çûye û
%91 ji van daliqandinan tenê di 6 welatan de hatiye encamdan, ku Îran yek ji
wan welatan e.
Diyare
ne tenê Îran di nava wan welatan de ye, belkî îsal cezayên lidarvekirinê di
Îranê bin desthilatdariya rejîma Komara Îslamî de zêdebûnek berçav bi xwe ve
dîtiye. Bêtir ji 210 kesan di dema wan 9 mehên borî de hatine daliqandin. Di
meha borî de di doma rojekê de 21 kes li ber çavên xelkê , di şeqam û cihên
giştî de hatine darvekirin.
Madeya 28’ê a Peymannameya Cîhanî ya Mafê Zarokan dibêje:
“Mafê her zarokekê/î ye ku ji hînkirin û perwerdehiyê bêpar neben û divêt
dewlet îmkanên perwerdehî yên destpêkî bi belaş û bi zorî bo hemûyan pêk bîne”.
Parnameyek ku welatê Îranê jî tê de endam e û gişt madeyên vê peymannameyê
pejirandiye. Herwiha di esla 30 a yasaya bingehîn ya rejîmê de hatiye: “Divêt
dewlet gişt îmkanatên perwerdehiyê bi awayekî belaş bo gişt neteweya Îranê heya
bi dawî anîna dewreya destpêkî û navendî pêk bîne û herwiha gişt îmkanatên
xwendinê ên di astên serê de heya ew ciyên ku hewce be bi awayekî belaş bixe
ber destê xwendekaran”.
Piştî pesendkirina
Peymannameya Cîhanî a Mafê Zarokan di sala 1989’an û birêvebirina wê di sala
1990’an de, bona rêzgirtin ji zarokan û dabînkirina mafên wan, ji aliyê gişt
welatên cîhanê roja 1’ê Hezîranê, weke Roja Cîhanî a Zarokan hate
diyarîkirin. Îro rojê di nava 193 welatên cîhanê de, 191 welatan ev peymanname
û birêvebirina wê pejirandine. Peymannameya Mafê Zarokan yekemîn peymannameya
navneteweyî di dîrokê de ye ku bi awayekî bilez ji aliyê piraniya welatên
cîhanê hate piştevanîkirin û pejirandin. Ev yeka nîşaneya vê çendê ye ku
piraniya netewe û dewletên cîhanê bi armanca pêkanîna cîhaneke bêtir bona
zarokan hevdeng in.
Heke mirov ji wan
weşanên pêwendîdar bi bûyerên civaka Îranê binêre, eyan dibe ku diyarde û
kirîzên wekî xwekuştin, jihevveqetiyan, îtiyad, helatina mêjiyan, bêkarî,
xizanî û… gihîştiye hedê xwe.
Herçend
zaf nivîs û pirtûk li ser van diyardeyan û ew zext û givaşên rejîmê bo ser
civaka Îranê hatine nivîsandin, lê ez bawer im ku mirov herçiqas li ser van
diyarde û kirîzan bibêje û binivîse û raya giştî a cîhanî ji van pirsan agehdar
bike, hêj kêm e.
Roj
nine ku li Îran û bi taybet di Kurdistanê de çendîn ciwan bi egerên cur bi cur
wekî bêkarî, tûşbûn bi madeyên bêhişker, mereq, bêhêvîtî û… dawiyê bi jiyana
xwe neînin.
Birastî
sedema xurtbûn û berfirehbûna diyardeyên han di Kurdistanê de vedigere ser çi?
Rêçareyên jinavbirina wan çi ne?
Di sala 1990’an de
dirûşmeke giştî bo gişt jinan hate gotin, eva ji nîşaneya daxwaza bihêz a jinan
bona bidestveanîna mafên xwe û nîşaneya kerb û nerazîbûna wan li derheq
girîngînedan bi xwestekên wan ji aliyê desthilatdaran bû. Mafê jinan mafeke
însanî ye, ev yeka ew qas girîng e ku dikare aliyê kêm civakê bîne ser vê
baweriyê ku jin û keç jî mirov in. Di welatên cîhana sêyem de koletiya siyasî û
olî nahêle ewramane were perwerdekirinê.
Di sala 1990’an de
dirûşmeke giştî bo gişt jinan hate gotin, eva ji nîşaneya daxwaza bihêz a jinan
bona bidestveanîna mafên xwe û nîşaneya kerb û nerazîbûna wan li derheq
girîngînedan bi xwestekên wan ji aliyê desthilatdaran bû. Mafê jinan mafeke
însanî ye, ev yeka ew qas girîng e ku dikare aliyê kêm civakê bîne ser vê
baweriyê ku jin û keç jî mirov in. Di welatên cîhana sêyem de koletiya siyasî û
olî nahêle ewramane were perwerdekirinê.
Çend rojan berî
niha ku biryara birêvebirina gelaleyaxebata li dijî “Bed Hicabî” (neparastina lixwekirinê li gor Ola Îslamê),
hate dan, hêzên Întizamî ên Komara Îslamî ya Îranê bona birêvebirina vê biryarê
bi amadebûna xwe li ser şeqam, meydan û cihên hatin û çûnê de, dest bi êşandin
û girtina xelkê dikin. Li go ragihandin û çapemeniyên Îranê heya niha pitir ji
hezaran kes ji jin û keçên Îranê li ser rê û cihên giştî seba lixwekirina
kincên ku bi raya desthilatdarên rejîmê binyat û yasayên Îslamê bin pê dike, ji
aliyê hêzên rejîmê ve gef ji wan hatiye xwarin ku êdî bi vî terzî nehêne sûk û
bazarê. Ger kesek li hember biryara han berxwedaniyê bike yan binpê bike û serê
xwe li hember daxwazên hêzên rejîmê neçemîne, dê ber bi binke û navendên
leşkerî werin şandin û bihên girtin. Di vê derheqê de li rojên borî, bi sedan
kes hatine girtinê û piştî wergirtina soza nivîskî ji aliyê rejîmê ve û
guherîna kincên xwe, hatine azadkirin.
Berfirehbûna Nerazîbûna Mamostayan Ji Çi Çavkanî Digire?
Mamosta
qata herî çalak di civakê de ne, lê mixabin di Îranê de gişt hêz û şiyana wan
bona bidestveanîna bijîva jiyanê tê bi kar anîn. Mamostayên Îranê ku miaşê wan
yê mehane nikare bersiva hewcehiyên jiyanê bide. Lewra li cihê vê ku demên xwe
ên bêkariyê, mijûlê jêhelbirina astê zanista xwe bikin, neçar in bo
birêvebirina jiyaneke asayî li kêleka karê mamostatiyê de, karên din jî wekî
zêdekarî yan karê duhem bikin. Di rastî de zêdekarî di nava mamostayên Îranê de
bona jiyankirineke asayî wekî hewcehiyeke haşanekirî zêdeyî jiyana wan bûye,
berevajî welatên pêşkevtî ku têde mamosta kêmtir mijûlê hînkirinê ne, da ku
demeke zêdetir bona nûkirina zanista xwe hebin. Lê mamostayên Îranê heta li
demên bêhnvedanê de jî mijûlê karkirinê ne.